Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 26ê Nîsanê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çendsernûçeyên me.
&- Li navçeya Amed Licê, di navbera hêzên Gerîlayên HPG’ê û Artêşa Tirk ya dagirker de, şer derket, 2 leşker hatin kuştin.
&- Berxwedana dîrokî ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li welat û derveyî welat, bi biryardarî dewam dike.
&- Berxwedêrê greva birçîbûnê Nasir Yagiz, got, “Heta ku tecrîd bi dawî bibe ez ê li ber xwe bidim.
&- Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç diyar kir, AKP hewl dide, bi riya tecrîdê li ser piyan bimîne û got: Bi tecrîdkirina Birêz Ocalan re hem gelê Kurd, hem jî hêzên demokrasiyê tên tecrîd kirin.
&- Kongreya Civaka Demokratîk ya Ewropa (KCDK-E) banga xwedîderketinê li çalakiya paytexta Ingilîstanê Londonê kir.
&- Fermandariya YPG’ê şehîdên Qereçoxê ku di sala 2017an de di encama bomberdimanekê de şehîd bûn, bi bîr anî.
&- Parêzerê Komkujiya Beybahçayê ku tê de 56 kes jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku heta heqîqet derkeve holê em ê têbikoşin
&- Ji ber lehiya ku li kantona Qamişlo rabû, zêdetir ji 700 malan xera bûne, 70 pir jî hilweşiyane.
&- Li Iraqê û Herêma Kurdistanê di nava 3 mehan de 132 bûyerên xwe kuştinê rû dan.