Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 26 Nîsanê 2021 DÛŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Çalakiya greva birçîbûnê ya li zîndanan ji aliyê koma 31emîn ve hate dewrgirtin.
&- ‘Nobeda Azadiyê’ ku li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di sala 9’an de ye, vê hefteyê bi koma ji bajarê Dortmundê yê Elmanyayê dewam dike.
&- Hêzên Gerîlla di çarçoveya Pêngava Bazê Zagrosan da gelek çalakî lidar xistin, li herêma Avaşîn 6 leşker, Li Zap û Metînan jî zêdetirî 15 leşker hatin kuştin.
&- HPGê got, Gerîlayan li dijî dagirkeriyê ‘Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê’ da destpêkirin û got, dewleta Tirk gazên kîmyawî bikar anî.
&- Asayîşa YNK’ê çalakiya ji bo protestokirina êrîşên dagirkeran asteng kir û derdora 25-30 kesên ku di nav wan de nûçegîhanê ANFê Rêbaz Hesen jî heye, destgîr kirin.
& – Li Amedê di êrîşên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin
&- Doza ku weke Doza Kobanê tê binavkirin, destpê kir, rejîma faşîst ji dêvila parêzeran polîs xistin eywana dadgehê.