Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 26’ê Îlonê 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- HPGê diyar kir ku wan li Mêrdînê, li dijî endamên îstîxbaratê çalakî pêkanîne û 2 endamên îstîxbarata Tirk hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
&- Li navçeya Amed Lîcê û Hênê, li navçeya Colemêrg Geverê, li navçeya Şirnex Hezexê û li herêmên bejahî yên Sêgoşeya Agirî-Qers û Îdîrê, artêşa Tirk dest bi operasyonên leşkerî kir.
&- Rojnameya navdar The New York Times, ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî re nameyek vekirî şand û got: Desteka Erdogan ya çeteyên DAIŞê bidin rawestandin.
&- Nobeta Demokrasiyê, li dijî desteserkirina şaredariyan û erkdrakirina qeyûman li Amed û Wanê, di roja 39’an de dewam dike.
&- Berxwedana Dayîkên Aştiyê, li dijî dorpêça hêzên çekdar yên PDKê li ser wargehê penaberan ya Şehîd Rustem Cudî-Mexmurê, di roja 27mîn de dewam dike.
&- Çeteyê DAÎŞ’ê yê ji Belçîkayê Anoûar Haddoûchî ku bi navê ‘Qesabê Reqayê’ tê naskirin, di destê QSD’ê de ye.
&- Li Çewlikê nêzî 100 zarok ji ber madeya cîwayê li dibistanekê bi jehrê ketin.