Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 26’ê Cotmehê 2019 ŞEMÎ
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 13.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê lihevkirinên li dijî Rojava weke ferzkirina qirkirin û dagirkeriyê binav kir û got: Divê bersiva li dijî van ferzkirinan berxwedan be.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan li ser şehîdkirina 2 rêveberên KCKê diyar kir ku divê ciwanên Kurd, hemû gelê Kurd, heta dawiyê xwedî li bîranînên şehîdan derkevin û armancên wan biser xînin.
&- Eniya Piştevaniya Rojavayê Kuridstanê di 3’yemîn civîna xwe ya berfireh de biryar girt ku ji bo boykotkirina malên Tirkiyeyê li tevahiya Başûr pêngavek berfireh bide destpêkirin.
&- Rêveberiya Xweser diyar kir ku ew bi diyalog û yekîtiya xaka Sûriyeyê re ne
&- Tevgera Jinên Azad TJA, diyar kir ku ewê di 25ê Mijdarê de li meyndanan bin.