Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28ê Çile 2021 PÊNCŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal got: divê tecrîd û grêvên birçîbûnê weke xala sereke ya rojevê bê dîtîn û pêşniyara konferansa aşîtiyê dubare dikim

&- Rêxistina Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê CPT di navbera 11-25’ê Çileyê de serdana Tirkiye kir, li girtîgeh û navendên destgîrkirinê lêkolîn kir, lê neçû Îmraliyê.

&- Li Qamişlo û Til Berakê dagirkerî û êrîşên dewlet Tirk hatin protesokirin

&- KJK diyar kir, Tifaqa jinên Kurd û Ereb û jinên rojhilata navîn bûye hedef. Armanc ew e: jinên Rojhilata navîn ji têkoşînê werin dûrxistin.

&- Şandeya Rêveber a Şengalê li Bexdayê bi daxwaznameyekê daxwazên xelkê Şengalê pêşkêşî berpirsên Iraqê, Misr û Rûsya kir û xwestin peymana li ser Şengalê were betalkirin.