Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 27 Nîsanê 2021 SÊŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe dîsa serlêdanek kirin.

&- Hêzên gerîlla piştî ku li herêmên Avaşîn û Zapê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê da destpêkirin, li herêma Metîna jî “Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê da destpêkirin.

&- Piştî daxûyaniya HPGê ku ragihand 38 leşker hatine kuştin, heta niha di encama çalakiyên gerîlla de 11 leşkerên din hatin kuştin.

&- Şêniyên Qeladizê li ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê rabûn û bang kirin ku kesên li Silêmaniyeyê hatine destgîrkirin bên berdan

&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan. diyar kir ku 1ê Gulanê wê li her qada jiyanê, bibe roja geşkirina têkoşîna li dijî faşîzmê.