Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 27ê GULAN 2019 duşem
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

bûltena me ya rojê dest pê dike, niha jî çend ser nûçeyên me….

&- Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Newroz Uysal, Îbrahîm Bîlmez û Raziye Turgut, têkildarî hevdîtina 22’ê Gulanê ya li Îmralî doh civîna çapemeniyê pêkanîn.

&- Navenda Ragihandina HPGê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên Gerilla, li Xakurkê, û Idirê li dijî hêzên Artêşa Tirk ya dagirker çalekî pêkanîn, di encamê de 3 leşker hatin kuştin, helikoptera Kobra jî hate darbekirin.

&-Li Navçeyên Bedîsê, ku li 23 herêman qedexeya derketina derve hate ragihandin, operasyona hêzên Artêşa Tirk ya dagirker didomin.

&- Berxwedêrên greva birçîbûnê, Nasir Yagiz, Herêm Mehmûd û Merwan Memduh Ozdemîr diyar kirin ku berxwedana wan serketî bi dawî bûye û ewê ji îro pêve têkoşîna xwe bi rêbazên cuda mezintir bikin.

&- Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Ocalan 14 çalakger li strasbourgê 161 rojan li ber xwe dan. Piştî daxuyanî û bi dawîkirina çalakiyê 4 çalakger rakirin nexweşxanê.

&- Piştî ku grevên birçîbûnê û rojiya mirinê li ser banga Ocalan bi dawî bûn, Însiyatîfa Piştgiriya bi Girtiyan re, KON-MED, AvEG-Kon, SKB, YS daxuyanî dan û diyar kirin, berxwedan bi ser ketiye.

&- Li Fransayê Festîvala Ciwan û Çandê ya Engîn Sîncer a 13’emîn hate lidarxistin.