Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 27ê Mijdarê 2020 În,
Li Brûkselê saet 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê destpê dike.!
&- Îro, salvegera Damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKKe ye û gelê Kurd vê rojê weke “cejna wejînê” pîroz dike.
Destaneke ji Dîroka Agir, PKK, 42 sal weke îro, bi pêşengiya Rêber Abdûllah Ocalan û tevî 21 Rêhevalên xwe li navçeya Amed Lîcê, li gundê FÎSÊ hate damezirandin.
Partiya Karkerên Kurdistan PKK, bi pêngava 15ê Tebaxa 1984an jî, li dijî mêtîngerî û dagirkeriya li Kurdistanê dest bi şerê azadiyê kir.
Dîroka destanî ya ji agir, 42 sal li pey xwe hiştin.
PKK, bi berxwedaniya 14ê Tîrmehê, Cengewariya 15ê tebaxê û bi lehengî, fedekarî û fedaîtîiya bi deh hezaran artêşa xwe ya şehîdan, bû navê kevşopiyeke berxwedan û serhildanê.
Ji Îlamê heta Sêwasê, ji Hesekê ta Qersê, çiyayek, kevirek û darek ku şahidî ji vî şerê azadiyê re nekiribe name.
Hemû çiya, newal, deşt, zozan, çem, zinar, lat û daristanên Kurdistanê, şahidiya destanên lehengiya şehîdên vê partiyê kir.