Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 29ê Adarê 2019 ÎN
Li Amedê saet 14.00, li Brûkselê 12.00
Gûhdarên hêja em ê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me….
&- Rayedarên Dewleta Tirk, îro jî 802mîn serlêdana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behanyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.
&- Berxwedana dîrokî ya Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 142an.
&- Hevseroka Nûnertiya HDPa Hewlêrê Muzeyen Guneş, diyar kir ku rewşa Yagiz roj bi roj xetertir dibe.
&- Selahattîn Demîrtaş, ji girtîgehê bang li hilbijêrên HDP’î kir û got: Divê her kes, li ku dibe bila bibe biçin ser sendoqan dengê xwe bide û li dengan jî xwedî derkeve.
&- Çalekiyên şermezar kirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li derveyî welat dewam dikin.
&- Hevserokê Giştî yê SES’ê Îbrahîm Kara bang li hikumetê kir ku ji bo hin bêtir însan jiyana xwe ji dest nedin gav biavêje.
&- Encamnameya 3’emîn Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî ku li Kobanê pêk hat, hate eşkerekirin.