Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 28 Nîsanê 2021 ÇARŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Komîteya Rêveber a PKK’ê got, em bang li her kesî dikin ku qadên 1’ê Gulanê dagirin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dîktatoriya AKP-MHP’ê têkoşînê geştir bikin.

&- Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku êrişên dagirkeriya dewleta Tirk parçeyek ji planê têkbirina sala 2014’an e.

&- KCKê got, divê hemû qadên Kurdistanê û Tirkiyê veguherin ser 1’ê Gulanê

&- Li Qela Bedewê ya Zapê di şerê gerîlayan û leşkerên Tirk de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

&- HPGê got, di Pêngava Şoreşgerî ya Gerîlla de 33 dagirker hatin cezakirin.

&- Jinên li Rojava û Bakurê Suirye û Helebê, êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Herêmên Parastina Medya şermezar kirin.