Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28 ÎLONê 2020 DUŞÊMÎ
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..

&- Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku berxwedan û helwesta li dijî êrîşên li ser HDP’ê peywira hêzên demokrasî û gelan e.

&- Devleta Tirk ya dagirker amadekariyan dike ku li Heftanîn û Metîna, dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê bike.

&- Hêzên Artêşa Tirk, li navçeya Bedlîs, Hîzanê tevgereke nû ya dagirkeriyê daye dest pê kirin.

&- Girtiyên li zîndanan ên PKKyî û PAJKÊ, pêngava ku KCK 12ê Îlonê daye destpêkirin silav kirin.