Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28’ê Cotmehê 2019 DÛŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Li bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê berxwedana Rûmetê di roja 20’mîn de ye.
&- Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ji şevê din ve êrişî gundên Serêkaniyê dikin û di bersivdayîna şervanan de bi dehan çete hatin kuştin.
&- Li bakûrê Kurdistanê Hêzên Gerîlla di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî de çalakîyên bi bandor lidarxistin û derbeyên giran li artêşa tirk dan.
&- Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl di derbarê vekişîna hêzên QSD’ê de axivî got: Wê tevahiya deskeftiyên gel û Rêveberiya Xweser wek xwe bimîne.
&- Fermandariya Giştî ya QSD’ê diyarkir kû serçeteyê DAÎŞê Ebûbekir El Bagdadî, bi operasyona hevpar ya Emerîka û QSD’ê li nêzî baregeha leşkerî ya Tirkan hate kuştin.
&-Buroya Daîm ya Yekitiya Parêzerên Ereb, bang li Dadgehên Navdewletî kir ku Erdogan ji sucên li derî mirovahiyê werê darizandin.
Niha jî berfirehiya Bûltena me…