Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 28ê Kanûn 2020 DUŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me.

&- Hêzên hewayî yên HPGê bi balafirên bêmirov li baregeha Sîrê ya li bajarokê Şeladizê xist.

&- Koma Civakên Kurdistan KCKê got, em ê komkujiya Roboskî ne ji bîr bikin ne jî bidin jibîrkirin

&- Çalakiya greva birçîbûna, li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di roja 32mîn de dewam dike.

&- Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê-PAJK’ê berxwedana li zindanên dewleta Tirk silav kir û got, berxwedana li dora Rêber Apo mezin dibe û wê bi ser keve.

&- Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik got, “Berxwedanê mohra xwe li sala 2020’an xist.”

&- TJK-E’yê bi wesîleya salvegera Komkujiya Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir ku yê fermana ‘Komkujiya Parîsê da, Erdogan bû, lewma divê bê darizandin.

&- Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn got: Polîs û cendirmeyên rejîma faşîst dema kesan binçav dikin, lêgerîna tazî li wan ferz dikin.