Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 29ê Çile 2021 În
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Girava Îmraliyê dimînin, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

&- Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Newroz Uysa li ser serdanên CPT’ê nirxandin kir û got: divê CPT’î li cihê ku êşkenceyê tespît dike cidîtir nêzî meselê bibe

&- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ragihand ku CPT sîstema êşkenceya li Îmraliyê mayinde dike

&- Parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy û Feleknas ûca, têkildarî tecrîdê, greva birçîbûnê ya li girtîgehan û biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya li ser Demîrtaş, bi nûnerên saziyên Ewropayê re hevdîtin kirin.