Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 29 Nîsanê 2021 PENCŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- HPGe destnîşan kir ku, hêzên Gerilla bi pêngav û çalakiyan bersivê didin êrişên dagirkeriya dewleta Tirk di çalakiyan de herî kêm 14 leşkerên Tirk yên dagirker hatin cezakirin.
&- Li Şêladizê 2 tangên dagirkeran bi tevî leşkerên tê de hate rûxandin.
&- Artêşa Tirk a dagirker li herêma Besta ya Botanê amadekariyeke operasyonekê dike.
&- Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, NPG ji bo gerîlayên li Herêmên Parastina Medya peyamek weşand û got; Di navbera me û dijmin de, wê di asta herî bilind de bibe qada hesabpirsînê.”
&- Koordînasyona KJK’ê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Zapê, Metîna û Avaşînê daxuyaniyek da û bang li jinên Kurd hat kirin, ku li her deverê ji têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeriyê re pêşengiyê bikin.