Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 29ê GULAN 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

bûltena rojê dest pê dike, lê pêşî çend sernûçeyên me….

&- Rayedarên dewleta Tirk ji doh ve berisv nedan serlêdana Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li IMralî.

&- Navenda Ragihandina HPGê, derbarê êrîşên dagirkeriya li Başûrê Kurdistanê agahî dan û li ser û çalekiyên hêzên Gerilla yên li Serhedê got, 5 leşker hatine kuştin.

&- Liv û tevgera dagirkeriyê ya Artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê berdewam dike, li dijî dagirkeriyê berxwedana hêzên gerîlla jî dewam dike.

&- Li navçeya Dêrsîm Pertekê, polîsên rejîma faşîzma AKPê û MHPê bi sermalan de girtin û 4 kes binçavkirn.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê, ragihand şervanên wan, di 27’ê Gulanê de li Şêra û Babê, li dijî leşkerên Artêşa Tirk yên
dagirker û çeteyên wan çalaki pêkanîn.

&- Kordînasyona partiya azadiya Jinên Kurdistanê PAJK’ê jî derbarê banga rêber Ocalan û bidawîbûna çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê daxuyaniyek da.

&- Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, diyar kir ku piştî grevên birçîbûnê, divê mudaxeleya doktoran li nexweşxanê bê kirin.