Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 29 Îlonê 2020 SÊŞÊMÎ
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..

&- Parêzera Rêber Ocalan Serbay Koklu, diyar kir ku li Îmraliyê tecrîd kûrtir bûye û çalakiyên li dijî tecrîdê gelek bi nirx in, lê divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin.

&- Çalakiya ‘Nobeta azadiyê’, ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ber avaniya Konseya Ewropa tê pêkanîn, di heftiya 432emîn de, bi koma ji bajarê Darmstadtê dewam dike.

&- Endamê Komîteya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû got, “Divê em derfetên çar beşên Kurdistanê bikin yek û têkoşînê bi meşînin.”

&- Aliyên siyasî yên ji çar parçeyên Kurdistanê li Hewlêrê civiyan û li dijî pêla girtinên li ser endam û siyasetmedarên HDP’ê piştgiriya xwe bi HDP’ê re eşkere kirin.

&- MÎTa Tirk ji bo ciwanên Başûrê Kurdistanê welatê xwe terk bikin, hevkariyê bi kaçaxçiyên mirovan re dike.

&- Yasîn Yilmaz ê li Girtîgeha Panosê girtiye, diyar kir ku vîrûsa koronayê li girtîgehê belav bûye û daxwaz kir ku şandeyek were girtîgehê lêkolîn bike.