Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, li ser mijarên “hilbijartinên serokomarî û avakirina hikûmeta Iraqê, nakokiyên di navbera hêzên Kurdî, hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û çareseriya pirsgirêkan” nirxandinên girîng kirin.
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, derbarê qeyrana li Iraqê, di vê qeyranê de rewşa Kurdan, hilbijartinên Herêma Kurdistanê, hilbijartina Serokomariya Iraqê û vegera Dr. Berhem Salih a nava YNK’ê de pirsên me bersivandin.
*Piştî têkçûyîna DAIŞ’ê li Iraqê çima aramiyek çênebû?
Em wek KCK’ê pirsgirêka Iraqê tenê girêdayî DAIŞ’ê nanirxînin. DAIŞ encama pirsgirêkên ku di Iraqê de kom bibûn e. Ne tenê Iraq, pirsgirêkên li Iraq, Sûriye û Rojhilatê Navîn bûn sedem ku DAIŞ derkeve holê. DAIŞ encam e, lewma têkçûyîna wê bi xwe re aramî ne anî. Pirsgirêka esasî ya Iraqê nebûna hişmendiyek demokratîk e. Berê digotin ‘pirsgirêka Iraqê Sedam Hûseyîn e, ger ku Sedem Hûseyîn biçe wê pirsgirêk çareser bibe’. Di 2003’yan de Sedam Hûseyîn çû, lê herkesî dît heta 2014’an ku DAIŞ derket holê, 11 sal di ser çûyîna Sedam re derbas bûn û pirsgirêk çareser nebû.
Sedem çi bû?
Wê demê tespîtek rast nehat kirin. Yanî pirsgirika Iraq ne tenê hebûna Sedam Hûseyîn bû. Li Iraqê civakên Ereb, Kurd, Şîa û Sûnne hêzên aktîf in. Lê di nava wan de zîhnîyeta demokratîk gels e. Li cem kesên ku di nava pêkhateyên Iraqê de pêşengiya siyasetê û serkirdetiyê dikin, hişmendiya demokratîk qelse. Ev jî dibe sedem ku pirsgirêk hîn kûrtir bibe. Niha jî di zîhniyeta siyasetmedarên Iraqê, civaka wê de guhertinek bingehîn çênebûye û ev jî dê pirskirêkan kûrtir bike. Ger ku siyasetek demokratîk çênebe, dibe ku DAIŞ’ek nû derkeve.
*Ji ber nakokiyan heta niha li Iraq hikûmet nehatiye avakirin, li kêleka wê nakokiya PDK û YNK jî ji bo serokomariyê didome, hûn vê çawa dinirxînin?
Ev qeyran jî girêdayî siyaseta Iraqê ye. Hişmendiya demokrasiyê qels e û di nava Şîa, Sinne, Kurd, Ereban de feraseta aîdiyetbûna ji bo Iraqê kêm e, lewma pirsgirêk zû çareser nabin. Ji ber kêmbûna aidiyetbûnê çavên her hîzbekê li derve ne, hêza xwe ji derve digrin. Ev dibe sedem ku hêzên wekî Erebîstana Suûdî, Amerîka, Îran, Tirkiye mûdaxaleyî Iraqê bikin û dikin jî. Her hîzbek ji bo berjewendiyên xwe van welatan bikar tîne. Pirsgirêka Iraqê bi xwe heye, dema hêzên derve jî mûdaxale dikin, pirsgirêk hîn zêdetir dibe û çareser nabe. Nakokiyên di navbera tevgerên Şîa de zêde ne, sedemek wê kêmbûna hişmendiya siyaseta demokratîk e, sedema din jî mûdaxaleyên derve ne. Pêwîste serkirdeyên tevgerên Şîa vê heqîqetê bibînin û derbas bikin. Iraq bixwe di dîrokê de navenda Şîa ye. Niha dikare careke din bibe navenda Şîayek demokratîk. Şîa ji bo gûhertinê hertim vekirî bûne. Ger ku rêberên siyasî, olî yên Şîa yên Iraqî li ser esasê prensîbên Îştîhatî Şîî bimeşin, dikarin gûhertinên demokratîk pêk bînin. Dikarin gûhertinek demokratîk di civaka Şîa ya Iraqê û hemû civaka Iraqê de çêbikin. Dikarin di çanda siyasî ya Iraqê de gûhertinek demokratîk çêbikin.
Divê PDK û YNK ji bo civaka başûr ne yetkî xizmetê ji xwe re esas bigrin
Tişta min ji bo tevgerên Şîa got, ji bo hêzên Kurdî jî derbasdar e. Bi taybetî PDK û YNK du hêzên siyasî yên sereke li Iraq û Başûrê Kurdistanê ne. Salên dirêj in ev partî di rêveberî û siyaseta Iraq û Başûrê Kurdistanê de cih digirin. Lê mixabin bi hişmendî û aqilek demokratîk siyasetê nameşînin. Bi feraseta ku hêzê esas digire, siyasetê dimeşînin. Dibêjin “Me pêşmergetî kiriye û heqê heye em bibin desthilatdar”. Li aliyê din, li hemberî hev hertim bi kîn siyaset dane meşandin. Di navbera PDK û YNK’ê de salên dirêj pirsgirêk qewîmîne û ev pirsgirêk ji bo siyaseta xwe ya Başûr kirine bingeh. Ev hişmendî û siyaset bû sedema parçebûna civakê. Lê her ku diçe ev tesîr kêm dibe, hêzên din derdikevin, êdî çavê gel vedibe û rastiyan baştir dibîne. Lê hîn jî ev tesîr bi temamî ranebûye. Wekî hêzên Şîa ev du hêz (PDK, YNK) jî di bin tesîra hêzên derve de siyaset dikin. Yek nêzî Tirkiye, yek jî nêzî Îranê ye. Pêwîstiya civak û netewa Kurd naxin bingeha siyaseta xwe. Her çendî di axaftinan de bibêjin jî, di pratîkê de ji bo civaka Kurd tiştekî nakin. Ji ber ku di van hîzban de xizmeta ji bo civakê nebûye prensîb, ji bo wan raye bûye prensîb. Ger ku prensîba wan xizmetkirina civakê be, wê dikare nebe Serokkomar an jî serokê parlementoyê, lê dikare bêyî van xizmet bike. Ger ku xizmeta civakê armanca sereke be, divê ev hîzb rayeyê zêde nekin pirsgirêk. Dema raye ket nav, wê demê mirov ne dikare pirsgirêkên xwe ne jî yên civakê çareser bike. Niha pirsgirêka li Başûrê Kurdistan tê dîtin ev e.”
*Gelo hilbijartin ji bo pirskirêkên Başûrê Kurdistanê wê çiqas bibe çareserî?
Hilbijartin ji bo çêkirina zemîna gûhertinê baş e. Bes lazime em barê hilbijartinê giran nekin, yanî hinek alî û hêz meseleya hilbijartinê pir didin pêş. Wekî ku bi hilbijartinê dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ne Kurdistan ne jî cihekî din bi hilbijartinê hemû pirsgirêk çareser nabin. Divê ev heqîqet bê zanîn û ji bo civakê jî were îzahkirin. Hilbijartin nikare hemû pirsgirêkan çareser bike, lê ev nayê wê wateyê ku hilbijartin bêwate ye. Girîngiya hilbijartinê heye, dikare ji bo gûhertinê zemînê ava bike. Ger ku nêzîkahiyet rast hebe, hilbijartin dikare ji bo çareseriya pirsgirêkan hêzê derxîne holê. Lê ger rast nêzî nebin hilbijartin dikare hêviya çareseriyê ji holê rake. Di hilbijartinên giştî yên Iraqê de hat gotin ku bi taybetî li Başûrê Kurdistanê sextekarî gelek çêbûye, ji ber wê gel niha bi gûman nêzî hilbijartinê dibe. Divê gelê me yê Başûr hêviyên xwe neşikîne û baweriya xwe bi xwe bîne, bawerî bi îradeya xwe bîne û hewl bide pêşiya sextekariyê bigire. Mirov dibîne hilbijartin çiqaç çêdibin, zemîna demokrasiyê zêdetir dibe. Em bang li gelê Başûrê Kurdistan dikin ku bi hişyariyek mezin biçin ser sindiqon, dengê xwe bikar bînin û biparêzin.
*Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê jî, amadekariyên beşdarbûna hilbijartinan dikir, lê destura wê nehat dayîn. Hun viya çawa dinirxînin?
“Desthilata Başûrê Kurdistan rê neda ku Tevgera Azadî tevlî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê bibe. Ev biryar nerast bû. Ne xizmeta Başûr ne ya Iraqê û ne jî ya gelê Kurd dike. Xizmeta hêzên ku nehîştin Tevgera Azadî tevlî hilbijartinan bibe jî nake. Hinek dibêjin sedema biryarê Tirkiye ye. Sedem ne Tirkiye, ew bi xwe ne. Tirkiye nikare mûdaxaleyî her tiştê Başûr bike. Çima hikûmeta Iraqê hişt Tevgerê Azadî beşdarî hilbijartina giştî bibe? Ma başûr jî ne beşek hikûmeta Iraqê ye? Wê demê mesele hikûmeta Başûr bi xwe ye. Tevî vê biryarê jî, pêwîste li Başûr gelê me yê nîştîman perwer, welatparêz biçe ser sindoqan. Ji bo ku parlemento rolek netewî, demokratîk bilîze, banga min ew e ku gelê me bi berpirsyarî beşdarî hilbijartinê bibe û xwedî li vîna xwe derkeve. Ger ku însanên ji axa xwe, welatê xwe hez dikin, dixwazin ji bo civakê xebat bikin werin hilbijartin, ev kes dema çûn parlementoyê wê bikaribin di îradeya siyasî ya li Başûrê Kurdistan û Iraqê de gûhertinê çêbikin. Ger ku ev îrade derkeve holê, êdî hikûmetê başûr wê nikare biryarên şaş bide. Lewma divê gelê xwedî li îradeya xwe derkeve.
*Hikûmeta Iraqê diyar kir ku ew dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Iraqê û Başûrê Kurdistanê qebûl nakin û ew ê vê rewşê bibin rojeva neteweyên yekbûyî. Ev biryar tê çi wateyê?
Di parlementoya Iraqê de ev nîqaş çêbû, ez nizanim çiqas ciddîne lê ev karekî baş e. Divê hikûmeta Iraqê xwedî li serweriya xwe derkeve. Mînak em Sedam Hûseyîn rexne dikin, lê di serdema Sedam de Tirkiye an jî hêzek din nedikarî sînorê Iraq derbas bike. Pêwîste hikûmeta û parlementoya Iraqê, hikûmet û parlamentoya Başûr serweriya xaka herêma Kurdistan û Iraqê biparêzin. Ev yek di berpirsyariya wan de ye, lazime berpirsyariyê navêjin ber hev. Divê herdû hêz berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Hikûmeta Herêmê carinan dibêje “ev tişt ne di destê me deye”. Lê ne wisa ye, carinan hin gavên ku li gorî dilê wan nebin, mûdaxale dikin. Ji ber vê lazime hikûmet û parlementoya herêmê rola xwe bilîzin.
*Niha di navbera PDK û YNK’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê nelihevkirinek heye. Berhem Salih vegeriya YNK’ê û wekî namzetê serokomariyê hat nîşandan, hûn vegerê û namzetiya Berhem Salih çawa dinirxînin?
Wisa xuya ye ku dê serokomar kesek Kurd be. Em hêvî dikin ku hêzên Kurdî bi îradeyek hevpar nêzîkî diyarkirinê serokkomar bibin. Berhem Salih vegeriya YNK’ê û ew ji bo yekîtiyê baş e. Ev veger hêzên Kurdî zêdetir nêzê hevdû dike. Ev gava ku Doktor Berhem Salih avêt, gelekî gîrîng e. Diyarkirina wî ji bo serokkomariya Iraqê di milê yekîtî de baş e.
Niha çend kesan ji bo Serokkomariyê xwe wek namzet nîşan dane. Li gor tiştên ku em dizanin niha li hevkirinek heye. Niha nûnerê YNK’ê Doktor Berhem Salih xwe wek namzet nîşan daye. Li aliyê din em dibînin ku biraderên PDK nerazîne. Bi nêrîne me niha nedema wê ye. Çawa namzetên din ji bo namzetê hizba PDK’ê xwe ji namzetiya cîgirê serokê parlemantoyê kişandin, pêwîste PDK namzetiya serokkomariyê ewqas ji xwe re neke pirsgirêk. Yanî madem berê li hevkirinek bi vî rengî çêbûye, ji bo YNK’ê jî niha dikarin li hevkirinek çêbikin.
Ger ku Berhem Salih bibe serokkomar divê hemû hêzên Kurdî û Iraqî esas bigire. Îradeya xelkê Iraqê esas bigre, ev gelek girîng e. Berhem Salih dikare him li herêmê him jî li Iraqê rola xwe bilîze. Tişta ku em gîrîng dibînin divê hêzên Kurdî bi îradeyek hevbeş tevlî avakirina hikûmeta Iraqê bibin. Gavek girîng diyarkirina serokkomariya Iraqê ye, piştî wê diyarkirina serokwezîr e. Pêwîste di mijara serokwezaretiyê de jî îradeyek hêzên Kurdî ya hevbeş û demokratîk hebe.
Em ji hêzên Iraqê re jî daxwaz dikin ku niha ne dema kûrkirina pirskirêkan e. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê divê hêzên siyasî yên Iraqê hevdû gûhdar bikin. Li şûna ku çaresiyê li derve bigerin, bila di nav hev de bigerin. Li ser esasê mafê demokratîk divê gav bê avêtin. Li ser van esasan gav bê avêtin ez di wê baweriyê de me ku ew biryarên derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de dane dikarin pêk bînin. Neteweyên Yekbûyî jî, hêzên din jî wê wan gûhdar bikin. Iraq jî wê vegere serdema xwe ya zêrîn.
* ji bo ku pirskirêka Iraqê çareser bibe divê hêzên Iraqî û bi taybet jî hêzên Kurdî çawa tevbigerin?
Iraq di vê demê de dikare ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn rolek girîng bilîze. Her çiqas pirsgirêk hebe jî zemînê çareseriyê heye. Hêzên Kurdistanî li ser prensîbên demokratîk dikarin beşdarî siyaseta Iraqê bibin. Di heman demê de dikarin ji bo siyaseta netewî ya Kurd kar bikin. Hêzên din ên Iraqî, hêzên Sûne-Şîa, hêzên netewên din yên li Iraqê jî li ser bingehek demokratîk, li ser esasê pêkvejiyana demokratîk dikarin lihev bikin. Gelê Iraqê evqas kuştin, talan, heq nekiriye û êdî aramî dixwaze. Em hemû jî dizanin berpirsên vana hêzên siyasî ne. Ger ku hêzên siyasî li ser esasê siyasetek demokratîk li hev bikin, wê pirskirêk zûtir çareser bibin. Ji bo ku Iraq gavên demokratîk bavêje, em wekî KCK’ê tîşta ku dikeve ser me em dikarin bikin. Çawa dema DAIŞ’ê êrîşî Iraqê û Başûrê Kurdistanê kir em hazir bûn, Niha jî em ji bo pêşxistina prensîbên demokratîk, pêşxistina îradeyek demokratîk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê amade ne. Wek KCK’ê em xwe li hemberî civaka Kurd û bi giştî Rojhilata Navîn berpirsyar dibînin. Em wisa dibînin ku pêwîste hêzin din, gelên din jî li hemberî van pirskirêkan xwe berpirsyar bibînin, em pêk ve dikarin Rojhilatekî Navîn a demokratîk ava bikin.