Ji navenda Nûçeyan a radyoya dengê welat dembaş.
Îro 30 Adarê 2021ê, SÊŞEM
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Li bajarê Elmanya Stûttgart ê , doh ciwanên Kurd bi dirûşma “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” çalakiyeke bêîteatiya sivîl kirin.
&- Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan, got, “Ji ber ku xespkirina mafan heye, hevdîtina bi Rêber Apo re, hewldana serdegirtina sûcekî ye.”
&- Ji bo piştgirî û xwedîderketina Şingalê, Kurdistaniyan li seranserê Ewropayê çalakî lidar xistin.
& – HBDH’ê şehîdên Kizildereyê bi bîr anî û got: “Em weke HBDH bersiva me ya ji faşîzmê re wê li ser rêya Mahîr û Cîhanan be”
&- Li Kampa Holê, di operasyona dijî şaneyên DAÎŞ’ê de gelek çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin û alavên leşkerî hatin desteserkirin.