Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 30ê Nîsanê 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend sernûçeyên me…

&- Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, îro 811mîn car serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku sibe biçin Imralî û hevdîtina bi muwekîlên xwe re pêkbbînin.

&- 15 dîlên azadiyê, îro, di çarçoveya “tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin”, dest bi rojiya mirinê kirin.

&- Çalakiya nobeta “Ji Ocalan re Azadî” li Fransa bajarê Strasbourgê, bi komeke nû, di hefteya 358mîn de dewam dike.

&- Berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê ji bo 1ê Gûlanê peyamek dan û diyarkirin ku divê di 1’ê Gulanê de her kes azadiya Rêber Apo berz bike.

&- Gerîllayên HPG û YJA-Starê li Lêlkan û Amedê derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker dan, 6 leşker hatin kuştin.

&- Hêzên hewayî yên Artêşa Tirk ya dagirker, li Başûrê Kurdistanê, bajarê Dihokê mizgeftek bombe kirin

&- Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Colemêrg Şemzînanê û li herêma Cûdî ya Şirnexê operasyon da destpêkirin.

&- Dewleta Tirk û detshilatdariya faşîst, li Cizîr û Wanê, 1’ê Gulanê qedexe kir