Ji navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş.
Îro 30 Nîsanê 2021 ÎN
Li Brûkselê saet 13:00, li Amedê saet 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- HPGê bi daxûyaniyekê ragihand ku li Zap, Metîna û Avaşînê di çalakiyên dawî de 21 dagirker hatine kuştin.
&-Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê diyar kir ku wê heta dilopa dawî ya xwîna xwe, li dijî operasyonên dagirkeriyê têkoşînê bikin.
&- Hêzên gerîlla li dijî navenda biryargeha Operasyona Artêşa Tirk a dagirker ku Hûlûsî Akar serdana wê kiribû çalakî lidar xist.
&- Endama Koordînasyona PAJK’ê Ronahî Serhad şehîdên meha Gulanê bi bîr anî û got: “Bicihanîna armancên mezin ên şehîdên meha Gulanê ji bo me fermaneke pîroz e
&- Biryara Emerîka ya li ser 3 pêşengerên Têkoşîna Azadiyê li seranserê Ewropayê hate protestokirin.