Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 30ê GULAN 2019 PÊNCŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…

&- Rayedarên dewleta Tirk, ji pêr ve bersiv nedane serlêdana Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralîyê.

&- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, li ser berxwedan grevên birçîbûnê got, serketina vê berxwedanê ne tenê dewleta Tirk, herweha hevalbendên wê jî tengav kir.

&- Di operasyona artêşa Tirk a li Başûrê Kurdisanê, 2 leşker hatin kuştin.

&- Hêzên Gerilla yên HPG û YJA Starê, li Bradost, Xakurkê û derdora Lolanê, li dijî hêzên Artêşa Tirk çalekiyên bi bandor pêkanîn û derbeyên giran li dijmin dan.

&- Walîtiya Tirk ya li Çewligê, bi fermaneke taybet li bejahiya 7 navçeyên Çewlikê, gund û mezrikan, heta dawiya salê qedexeya derketina derve ragihand.

&- Çalakgerê li Germiyanê ku li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, Mamoste Serdar Melîh got: Pêwiste Gelê Kurd çalekiyên xwe berfirehtir bike.

&- Dadgeha Iraqê ji ber endamtiya DAIŞ’ê cezayê darvekirinê da 6 welatiyên Fransayê.