Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 30’ê TÎRMEH’ 2019 SÊŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….

&- Li Imralîyê Tecrîd dewam dike, serlêdanên malbatan têne red kirin û yên parêzeran jî bê bersiv têne hîştin.

&- Parêzerên Ocalan îro careke din serî Serdozgeriya Komarê ya Bursa dan û daxwaz kirin ku bi biçin Imralî.

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu got: Ti eleqeya Haraketa me bi kuştina endamê MÎT’a Tirk Osman Kose re nîne.

&- Saziya AKP a bi navê SETA’yê Raporek bi navê hedefa Tirkiye ya ser Iraq û Başûrê Kurdistanê eşkere kir.

&- Navenda Ragihandina HPGê, derbarê bombardumana balafirên şer yên Artêşa Tirk de agahî dan.

&- Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) encamnameya civîna helwesta neteweyî ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, ji raya giştî re eşkere kir.

&- Hêzên Rizgariya Efrînê duh li Mareyê li dijî komên çete çalakiyek li dar xistin û di çalakiyê de 6 çete hatine kuştin û 2ê jî bîrîndar bûn.

&- Rêveberiya Başûrê Kurdistanê û bi taybet çapemeniya PDKê bi eşkere destekê dide dagirkeriya dewleta Tirk û li herêmê liv û tevgera çekdarên KDPê zêde bûye.