Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 30’ê Cotmehê 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14.00 li Brûkselê 12.00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Li bakûr û Rojhilatê Suriyeyê li dijî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê berxwedana Rûmetê di roja 22’mîn de ye.
&- Navenda ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê doh eşkere kir û diyarkir ku di şerê rojekê de 80 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
&- Hêzên Gerîlla, li Ruha, Mêrdîn û Colemêrgê çalakî pêkanîn, 18 tîmên taybet yên artêşa Tirk û leşkerek hate kuştin.
&- Meclîsa Nûneran ya Emerîka, li Dijî Serokkomarê Tirk Erdogan, wezîr û Artêşa Tirk ya dagirker, biryara pêkanînan da.
&- Danîmarka jî biryar da ku êdî çek û cebilxaneyan nefroşe Tirkiyê.
&- Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, di dozek din de jî Tirkiye mehkûm kir.
& -Li dijî biryara faşîst ya xespkirina şaredariyê, xelkê Cizîra Botan daketin kolanan û nerazîbûn nîşan dan.