Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 30ê Cotmehê 2020 ÎN
Li Amedê saet 14:00 li Brûkselê 12:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Çalekiya li Fransa bajarê Strasbourgê, ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, doh bi dawî bû.
&- Wezîrê Dewletê yê Elmanya Michael Roth, bersiv da pirsên Parlamenterê Partiya Çep û got: Dewleta Tirk endamê Konseya Ewropa ye, mecbure daxwazên CPTê bîne cih.
&- HPGê derbarê çalakiya gerîlla ya li Skenderûnê daxûyanî da.
&- Parlamenterên Herêma Kurdistanê û yên Iraqê, bi yek helwestê gotin; Siyaseta PDK’ê metirsîdare, divê were rawestandin.
&- Endamê Mekteb Siyasiya YNK’ê Sadî Ehmed Pîre, ragihand ku dewleta tirk çend herêmên Behdînanê dagir kirine.
&- Hunermendên Kurd têkildarî bûyer û aloziyên demê dawî yên li Başûrê Kuristanê û metirsiyên şerê Kurd bi Kurdan re daxuyaniyek dan û banga diyalogê li hemû aliyan kirin.