Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 30ê Mijdarê 2020 DUŞEM
Li Brûkselê saet 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
& – 27’ê Mijdarê li tevahiya zindanên dewleta Tirk girtiyên azadiyê li dijî tecrîdkirina Rêber Apo dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorvegerî kirin.
&- Dema destgîrkirinê ya 18 kesên li Stenbolê di êrîşên qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin ji bo 4 rojan hate dirêjkirin.
&- Li gundê Kurzêlê, kesek ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan ve hate kuştin û piştre organên wî hatin dizîn. Çeteyên dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê ya Efrînê çar kes revandin.
&- Zeyneb Celaliyan êdî nikare bi rêya telefonê jî bi malbata xwere bi axive.