Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 1ê Kanûnê 2020 SÊŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me….
&- Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li girtîgehan greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Wê koma duyemîn çalakiya greva birçîbûnê sibê dewr bigire.
&- HBDH’ê, ragihand ku yekîneyên wan li Menemen a Îzmîrê li dijî depoya îştîrakê ya şîrketa Metasûyê ku bi şaredariyê re hevkariyê dike çalakî hate kirin û ziyaneke mezin çêbû.
&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû têkildarî plana li ser Şengalê got; “Divê îradeya xelkê Şengalê esas were girtin.”
&- Li gelemperiya Bakûrê Kurdistan û Tirkiyê êrîşên qirkirina siyasî bi hemû hêza xwe berdewam kirin.
&- Gerîlaya YJA Starê Rotînda Cûdî diyar kir ku gerîla fedayiyên gelê xwe ne, ji bo gelê xwe şer dikin û got; Em zanin ku tenê stargeheke me heye. Ew jî çiyayên Kurdistanê ne.
&- Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî got: Piştevaniya Kurdan neyê kirin wê DAÎŞ bi hêz bibe