Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dembaş
Îro 31ê GULAN 2019 ÎN
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me..
&- Rayedarên Dewleta Tirk, vê carê jî, bersivek erênî nedane Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî.
&- Li Îngîlîstanê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kampanyaya sendîkayan heye.
&- Li Xakûrkê HPGê darbeyeke dîrokî li Artêşa Tirk da, tenê di nava rojekê de 16 leşker hatin kuştin.
&- Ajansa Mezopotamya ragihand ku, doh ber êvarî, li navçeya Amed Lîcê, gundên Sisê, Dêrxûst û Cinezûr, di navbêra hêzên Gerîlla û hêzên Artêşa Tirk ya dagirker de şer derket.
&- Pêşmergeyên Dêrîn êrîşên dewleta Tirk yên li xaka Başûrê Kurdistan û Iraqê şermezar kirin û got in: Kurd bi êrîşên wisa naqedin û ewê bersivek dijwar jî bidin dagirkeran.
&- Jinên Binarê Qendîlê û Herêma Bradostê ku ji aliyê artêşa Tirk ve tê bomberdimankirin, bang li hûkûmeta Iraqê kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li bomberdimanên xwe bînin.
&- Dayikên Laçi spî ku li ber girtîgehan bi rojan ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de nobet girtin, diyar kirin ku ji bo şikandina tecrîdê wê berxwedana me bidome.”