Ji Navenda Nûçan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 31’ê TÎRMEHÊ 2019 ÇARŞEM
Li Amedê saet 14:00, li Brûkselê 13:00

Gûhdarên hêja em ê nûçeyên vê dawiyê pêşkêş bikin.

&- Rayedarên Dewleta Tirk, îro jî bersiv nedan parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmrali û bi bêdengiyê hevdîtina parêzeran bi muwekîlê wan re astang kirin.

&- Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş diyar kir ku tecrîd ji nû ve tê ferzkirin û got: Wê kaos û tengezarî dets pê bike.

&- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû got, Li dijî polîtîkaya êrîşkariyê ku di çarçoveya dijminatiya li Kurdan de tê kirin, berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin û êrîşkariyê têk bibin.

&- Navenda Ragihandina HPGê diyar kir ku hêzên Gerila di hamleya Şehit Bager û Şehit Ronya de, darbeyên giran li Artêşa Tirk ya dagirker dan, 13 leşker hatin kuştin.

&- Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanya (KON-MED) ji bo çalakiyên 3’ê Tebaxê banga tevlîbûnê kir.

&- Desteya Ewlekariya Neteweyî ya Tirk, MGK, doh dibin serokatiya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de li hev kom bû û civînê 6 saetan dewam kir.

&- Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyakirin ku li bejahiya Dêrazorê 30 endamên çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.