Ji Navenda Nûçeyan ya Radyoya Dengê Welat Dem Baş
Îro 31ê Kanûn 2020 PENCŞEM
Li Brûkselê seat 12:00 li Amedê 14:00
Bûltena rojê dest pê dike, niha jî çend sernûçeyên me…
&- Parêzer û malbata Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li dozgeriyê dan.
&- Greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ku li dijî tecrîda li Îmraliyê dest pê kir, 35 roj in dewam dike.
&- Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê bi polîtîkayên şer li ser piyan dimîne.
&- Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê ragihand ku wan saleke din a berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk li pey xwe hiştin û bang li malbatên şehîdan kir ku qebûl nekin ku cenazeyên şehîdan bi şev bên veşartin.
&- Aldar Xelîl bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin û bi hev re ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser û derbaskirina şaşî û kêmasiyan kar bikin.