WAN – Namzetên HDP’ê yên Qelqeliya Wanê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç gotin: “Wê neviyên kesên komkujiya 33 guleyan hesab ji AKP’ê bipirsin.” Qelqeliya Wanê, hewl dide di hilbijartina 31’ê Adarê de reqorê bişikîne. Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de HDP li Qelqeliyê ji sedî 87 deng girtibûn. Namzetên HDP’ê yên Şaredariay Qelqeliyê Dîlan Orencî û Yakûp Almaç, bilêv dikin ku ew ê reqora 24’ê Hezîranê bişikînin. ‘EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN’ Namzet Dîlan orencî, diyar kir ku li her derî bi eleqeyeke mezin re rû bi rû dimînin û gel pir sebir nake 31’ê Adarê bê. Orencî, destnîşan kir ku mirov dixwazin di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin û got: “Em di wê baweriyê de ne ku em ê qeyûman bişînin cihê jê hatine.” Orencî, anî ziman ku qeyûman saziyên jinan girtine û got: “Qeyûm û alîgirên wî li navçeyê tu tişt ji bo jinan nekirine. Em ê di 31’ê Adarê de ji cihê mayî xebatên xwe bidomînin. Wê deng û rengê jinê bêtir xwe bide der.” Orencî, destnîşan kir ku di dema xebatên hilbijartinê de ew ji derhqeê hemû astengiyan dertên û got: “Ji ber me li gundan ala daliqandine, li me digerin û gefan li me dixwazin. Li keyayan digerin û dibêjin ‘alayên van kesan rakin.’ Ew ji me ditirsin. Dizanin wê winda bikin. Astengî çi dibe bila bibe, em bi paş ve gav navêjin. Di vî warî de em û gelê xwe mil didin milê hevdu û xebatên xwe didomînin.” ‘QEYÛM RÛREŞÎ YE’ Namzet Yakûp Almaç jî diyar kir ku di 31’ê Adarê de ew ê şaredariya xwe bi dest bixin û got: “Bênavber xebatên me didomin. Qeyûm tayînî navçeya me kirin. Vîna gel xesp kirin. Di dîroka demokrasiyê de qeyûm rûreşî ne. Loma kes ne li benda xizmeta qeyûman e. Ji kuderê hatibin em ê wan bişînin wir.” Almaç, destnîşan kir ku ew ê piştî 1’ê Nîsanê bi feraseteke ekolojîk tev bigerin û got: “Erdnîgarî û axa Qelqeliyê bejî ye. Wê armanca me ya ewil çareserkirina vê yekê be û avê bîne vê axê. Wexta qeyûm hat, ewilî dar jê kirin. Em ê cardin li navçeya xwe daran deynin û çi ji destê me bê em ê bikin. Wê mekanîzmaya biryargirtinê gelê me be. Em ê projeyên xwe bi hev re pêk bînin.” ‘WÊ HESAB JI AKP’Ê BIPIRSIN’ Almaç, Komkujiya 33 Guleyan bi bîr xist û got: “Li vê navçeyê Komkujiya 33 Guleyan pêk hat. Em neviyên kesên di vê komkujiyê de hatin kuştin. Wê neviyên kesên komkujiya 33 guleyan hesab ji AKP’ê bipirsin.” Parve bike:
’31’ê Adarê roja hesabpirsîna 33 guleyan e’
