Akademiya Şehîd Rojda Minbic dewreyeke nû ji bo şervanên ku nû tev li YPJ’ê bûne yên ji herêmên cuda yên Bakurê Sûriyeyê (Reqa, Minbic, Dêrazorê û Hesekê) vekir.

Dewre dê 40 rojan dewam bike û şervan dê li ser waneyên siyasî, çandî û leşkerî perwerde bibin.

Merasîma destpêkirina dewreyê bi toraneke leşkerî dest pê kir, paşê ji fermandarên QSD’ê Zinarîn Qamişlo vekirina dewreyê li şervanan pîroz kir. Zinarîn Qamişlo got dê di perwerdeyê de şervan ji zîhniyatiya baviksalar û desthildarî xelas bibin û kesayeteke xwe ya azad ava bikin.

Zinarîn di dawiya axaftina xwe de ji şervanan xwest ku disîplînê di dewreyê de pêk bînin û ji perwerdeyê sûdê wergirin.

Di dawiya merasîmê de şervanan sûnda leşkerî xwar û soza rêya şehîd da