Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li dijî tecrîdê tevî baranê jî didome. Kurdistaniyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.
Greva birçîbûnê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, 109 roj li pey xwe hişt. Kurdistanî ji bo balê bikişînin ser greva birçîbûnê li gelek deveran çalakiyan pêk tînin û bang li Konseya Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) dikin ku wezîfeya xwe bi cih bînin.
BI SEDAN KESÎ ROJBÛNA OCALAN PÎROZ KIRIN
Kurdistaniyên li Ewropayê, ji destpêka hefteyê ve li ber avahiyên Konseya Ewropa û CPT çalakiya rûniştinê pêk tînin. Çalakiya ku roja Duşemê bi 100 kesî dest pê kir, doh hejmar gihîşt 170 kesî. Çalakî îro bi 300 kesî didome. Nûnerên saziyên Kurdan ên li Elmanya, Fransa, Belçîka, Hollanda, Awûstûrya û Swîsreyê tevlî çalakiyê bûn.
Tevî baranê jî Kurdistaniyan bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîrozbahiyek li dar xistin.
‘4’Ê NÎSANÊ ROJA VEJÎNÊ YE’
Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer li qada çalakiyê axivî û diyar kir, rojbûna Ocalan tê wateya vejîna gelê Kurd. Koçer diyar kir, Ocalan dîroka gelê Kurd jinûve zindî kir ku hatibû tinekirin û jibîrkirin.
Koçer bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, “Tecrîd li dijî gelê Kurd e û heta tecrîd bi dawî bibe wê gelê Kurd çalakiyan li dar bixin. Gelê Kurd wê li her deverê dengê xwe bilind bike û dawî li tecrîdê bîne.”
LI PÊŞIYA KONSEYA EWROPAYÊ MEŞEK HATE LIDARXISTIN
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Kurdistanî ji ber avahiya Konseya Ewropayê heta Avenue de l’Europe meşiyan. Di meşê de bi zimanên Fransî, Îngilîzî, Kurdî û Tirkî ji bo azadiya Ocalan dirûşm hatin qîrîn.
Çalakgeran piştî meşê li ser rê xeleka ji mirovan çêkirin û bal kişandin ser grevên birçîbûnê.
Kurdistaniyan bang li CPT û Parlamenta Ewropayê kirin ku wezîfeya xwe bi cih bînin. Tê payin endamên Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî yên Konseya Ewropayê îro serdana çalakgeran bikin.