Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxistina penaberên dixwazin vegerin warên xwe dewam dike.
Li gorî serjimariya dawîn di kampa Holê de 42 hezar û 781 kes hene; ji wan 19 hezar û 530 iraqî û 16 hezar û 779 Sûriyeyî ne, her wiha 6 hezar û 461 kes biyanî ne û 11 jî nasnameyên wan ne diyar in.
Di çarçoveya hevkariya navbera Rêveberiya Kampa Holê, komîteya ewlehiyê, Komîteya Koçberan a Parlamentoya Iraqê de beşa din a penaberên Iraqê ji 170 malbatan pêk tê hatin derxistin û ber bi xaka Iraqê ve hatin şandin.
Ev beşa sêyemîn e ku malbatên Iraqê ji kampa Holê tên derxistin.
Ev beş ji 556 jin, zarok, mêr û ciwanan di nava 170 malbatan pêk tê de hatin derxistin.