Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Ji bo krîz, alozî û serdema şer bi dawî bibe divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Destpêkirina hevdîtina li gel Birêz Ocalan û diyaloga pê re ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan der barê xebatên hilbijartina herêmî, operasyona li dijî endam û rêveberên wan, îtîfaqa kurdan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ajansa Mezopotamyayê re axivî.

‘HILBIJARTINEK GIRÎNG E’

Buldan anî ziman ku dê hilbijartina herêmî ji bo Tirkiyeyê û partiya wan bibe pêvajoyek girîng û got: “Em wek partî hemû amadekariyên xwe temam dikin. Komîsyonên me hatin damezrandin. Em li ser îtîfaqê û pêvajoya namzet diyarkirinê hevdîtinên berfireh pêk tînin. Heta çend hefteya dê ev hemû temam bibin û em ê stratejî û kampanya xwe ji raya giştî re aşkere bikin.”

‘TECRÎT SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’

Buldan, bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha rêz kir: “Tecrît sûc mirovahiyê ye. Di warê siyasî û hiqûqî ev nayê qebûl kirin. Nêzî 20 salane tecrîtek girankirî li ser Birêz Ocalan heye. Divê tecrît dimildest bê rakirin. Tecrîta li ser Birêz Ocalan, êrîşên li ser gelên Kurd û Tirk jî zêdetir dike. Pêvajoya heyî ya îro li Rojhilata Navîn û herêmê tê jiyîn, bi tecrîta li ser Ocalan ve girêdayî ye. Sê salên muzakereyê yên bi Ocalan re, salên herî xweş ên Tirkiyeyê bûn. Mirov bi hêvî bibûn û bi baweriyek mezin li wê serdemê mêze dikirin. Lê îro ji ber hin daxwazên vîna siyasî ev pêvajo ji holê hat rakirin. Bi vê yekê rê êdî Tirkiyeyê rojên xweş ne jiya. Serdema şer hat destpê kirin û mirov hatin kuştin. Wê demê di hevdîtinên me kirin de Birêz Ocalan digot ‘Ger Tirkiye demokratîk bibe, dê tevahiya Rojhilata Navîn demokratîk bibe.’ Lê ev pêvajo nehat temam kirin û bi dawî hat.”

JI BO KRÎZ, KAOS Û ŞER BI DAWÎ BIBE DIVÊ TECRÎT RABE

Buldan, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji bo krîz, kaos û şerê heyî dimildest bi dawî bibe, divê tecrît bê rakirin. Bi rakirina tecrîtê re, divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên destpêkirin, rêyên diyalogê bên vekirin û di wariyê pêşeroja Tirkiyeyê de biryar bên girtin. Desthilatdariya îro welat bi rêve dibe, nikare bi serê xwe biryar bide û ne di wê rewşê deye. Em baş dizanin ku dinava vê de hêzên navneteweyî hene. Lê dîsan jî Tirkiye di vî warî de dikare biryar bide û hêzên navneteweyî îqna bike. Em hêvîdarin pêvajoyek wiha bê destpêkirin.”