Di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê de her kesek xwedî reng, ziman û baweriyeke cuda ye. Şervanên QSD’ê gotin, ew ji bo kewandina birînên gel şer dikin û armanca wan ew e ku welatekî azad û demokratîk ava bikin.

Operasyonên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) yên li Hecînê û herêmên bi ser wê ve didomin, ku stargeha dawî ya çeteyên DAÎŞ’ê ye li sînorê Sûriye-Iraqê. Li herêmê van demên dawî ji ber ecacok û babilîsokê li gelek cihan şerekî dijwar heye. Şervan bi moreleke geş û bi biryardarî têkoşîna xwe didomînin.

Di nava QSD’ê de şervanên Ereb, Kurd, Suryan û ji gelek nasnameyên din hene û her kes bi rengê xwe ji bo welatê xwe azad bikin şer dikin. Şervanên QSD’ê ku her yek jê xwedî ziman, reng, êl û baweriyeke cuda ye, dibêjin wan mil dane hev şer dikin û armanca wan jî avakirina welatekî azad û demokratîk e.

Şervanên ku tevlê pêngavê bûne û piranî jê ji Dêrazorê û Hesekê ne, beriya niha zilma DAÎŞ’ê dîtine. Şervanên ku malbat û xizmên wan ji hêla çeteyan ve hatine kuştin ji bo ku birîna gelê herêmê bikewînin şer dikin.

Şervanê QSD’ê yê bi navê Fedî Hilêl ku ji malbat û xizmên wî 25 kes li Şedadê hatibûn kuştin dibêje, “Ez ji Şedadê me û di nava hêzên Şedadê de cih digirim. Çeteyan ji malbata min 25 kes kuştin. Ez tola wan hiltînim. Ji sala 2016’an ve di nav YPG’ê de me. Di şerê Cerablûs, Minbic û Reqayê de min cih girt. Niha jî di nava pêngava Dêra Zorê de me.”

Şervanê QSD’ê Elwan Şerabî jî dibêje, çeteyan li herêmê her cure zilm kiriye û li ser banga gelê Dêra Zorê wan pêngav daye destpêkirin. Şerabî wiha dewam dike, “Ez ji herêma Mehbedê ya Rimêlanê me. Di nava hêza çekên giran de cih digirim. Em ji bo namûs û şerefa xwe li vir in. Bi felsefeya Rêbertiya xwe li kû derê pêdivî bi me hebe em ê li wir bin. Em bi banga gelê Dêra Zorê li vir in. Bi destûra xwedê li vir jî, li Efrînê jî em ê serfiraz bibin.”

Şervanê bi navê Ronî Şihêtat jî dibêje, di nava refên QSD’ê de ew bi moraleke bilind berevaniyê li xaka xwe dikin û got, “Em ji bo xaka xwe, ji bo namûs û şerefê şer dikin. Ji bo ku em birîna gelê xwe bikewînin û dawî li terorê bînin em ê şer bikin.”

ERSÎN CAKSÛ / ANF