Ji bo Abdullah Ocalan karibe bi mîsyona xwe rabe, divê merc bêne afirandin’
Partiya Çep a Kesk bi beşdariya hemû parlamentera, civîna çapemeniyê pêkanî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan, xwedî rol û mîsyona çareseriya pirgsirêka Kurd e.
Di civînê de berdevkea partiyê, Çîgdem Kiliçgun Ûçar axivî û got; Desthilatdarî î li şûna çareseriya pirsgirêkên bingehîn, hewl dide sîstema xwe ya bêhiqûqiyê mayinde bike. Pirsgirêka bingehîn ya Tirkiyê meseleya Kurd e. Neçareseriya vê pirsgirêkê dibe sedema krîzên piralî, gelên li Tirkiyê jî ketine nava xizanî û birçîbûnê. Mixabin desthilatdarî di siyaseta înkar û tunekirinê de bi israr dike, aştiyê red dike.
Çîgdem Uçar, bal kişande ser gotinên Rêber Ocalan ku got; Bila derfetê bidin, di nava hefteyekê de ez ê karibim atmosfereke aştiyê biafirînim’. Mixabin desthilatdariyê, tecrîd giran kir û şer dijwar kir.
Ji bo ku Rêber Ocalan karibe bi rol û mîsyona xwe ya bi bandor rabe, divê merc bêne afirandin. 30 meh in bi tu awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin. Ev helwest tê wateya tunekirina demokrasî, hiquq û mafan. Wezareta Edaletê jî muxatabê vê meselê ye û divê daxuyaniyekê bide.
Kiliçgun Ûçar got; Meseleya Kurd, tecrîd tenê pirsgirêka gelê Kurd nîne û hemû gelan, ciwanan, kedkaran, jinan, zarokan alaqadar dike. Em weke Partiya Çep a Kesk dixwazin destnîşan bikin ku em ê ji bo çareseriya meseleya Kurd, rabûna tecrîdê em ê têkoşînê bikin. Em dixwazin Tirkiye demokratîk werê avakirin.
Parlamento, di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi berpirsyariyek dîrokî re rû bi rû ye. Divê Parlamento di çareseriya meseleya Kurd de bi rol û mîsyona xwe rabe.
Kiliçgun Ûçar herî dawî bang li hemû partiyên siyasî, siyasetmedarên li Parlamentoyê, li Heyeta Mirovên Aqîl, bi taybetî bang li jinan kir ku ji bo sedsala nû nebe sedsala înkar û tunekirinê, bikevin nava liv û tevgerê.