Çalekiya konvedanê, bi pêşengiya Meclisa Pêkhateyên Ereb yên Şingalê û di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hate pêkanîn û wê 3 rojan dewam bike.

Di çalekiyê de, ligel girseya gel, rûspiyên gundên Ereban amade bûn û li Baxçeyê Mam Zekî ya Geliyê Şilo daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Rêber Ocalan xizmeta hemû gelên Rojhilata Navîn kir û ji ber vê jî dîl hat girtin.

Ji bo pêşiya xizmeta gel bigirin tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan tê meşandin.

Em weke pêkhateyên Şingalê, piştgiriyê didin pêngava ku ji bo azadiya Rêber Ocalan hatiye destpêkirin.

Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku, ji bo azadkirina Rêber Ocalan bikevin nava tevgerê û em bang li desthilatdariya Iraqê jî dikin ku demildest Rêveberiya Xweser ya Şingalê qebûl bike.