Piştî rêzgirtinê, li ser navê Defend Kurdistan axaftin hate kirin û komploya li hemberî Rêber Apo weke komployek li dijî hemû gelan hate pênasekirin.

Piştre endamê Rêveberiya FEYKOM’ê Halîs Gimgim û Hevserokê Civaka Azad Ahmed Zîrek axivîn û gotin;

Zêdeyî 30 mehan e ku em nikarin agahiyê ji Rêber Apo bigirin.

Dewleta Tirk hewl dide ronahiya hêviya gelan vemirîne.

Lê wê ti carî nikaribe vê pêk bîne.

Divê her kes xwedî li vê pêngavê derkeve.

Di pîrozbahiyê de, FEYKOM’ê ji bo azadiya Rêber Apo dest bi kampanya îmzeyan kir û îmzeyên bêne komkirin wê pêşkêşî desthilatdariya Avusturya bike.

Di şahiyê de, pirtûkên Rêbertî hatin nîşandan.

Şahiyê heta derengiya şevê dewam kir û gel li ber stranên hunermendan govend girêda.