Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî rewşa agahînegirtina ji Rêber Abdullah Ocalan ku ev 38 meh in agahî jê nîne û Veysî Aktaş ê li Îmraliyê tê ragirtin û nayê tehliyekirin, li buroya xwe ya li Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî dan.
Parêzer Rezan Sarica diyar kir ku rewşa “dîlgirtinê” ya li Îmraliyê bi qedexe û cezayên disiplînê bisînor nîne û got:
Veysî Aktaş ku 30 sal in girtî ye û niha li Îmraliyê tê ragirtin, înfaza xwe di 28’ê nîsanê de temam kir, diviyabû bihata tehliyekirin.
Beriya niha bi demeke kurt me ji bo tevdîrê serî li Dadgeriya Înfazê û dozgeriyê da. Ji bo alîkariya hiqûqî bidin miwekîlê xwe, me xwest mînaka ewraqa înfazê ji me re were şandin. Lê ev daxwaza me nehate bersivandin.”
Rêzan Sarica bi berdewamî got:
“Mixabin îdareya Girtîgeha Îmraliyê bi devkî ji me re got ku li ser biryara lijneya çavdêriyê tehliyeya Aktaş salekê hatiye taloqkirin. Ev biryar bi awayekî eşkere derqanûnî û derhiqûqî ye. Tê wateya xespkirina azadiya birêz Aktaş.
Astengkirina tehliyeya birêz Aktaş, qebûlnekirina serlêdanên di vê mijarê de û nedayîna agahiyan, rewşa miwekîlên me yên ku ev 38 meh in tu agahî ji wan nayên girtin bêhtir hesas kiriye.
Sarica anî ziman:
Miwekîlên me temenmezin in û di nava şert û mercên giran tên ragirtin. Tevî îdiaya ku miameleya li miwekîlên me tê kirin îşkence ye û dermirovî ye jî, Dadgeriya Înfazê xwedî raye, bûye meqama ku yekser biryarên rê li ber rewşa incommunicadoyê vedike.
Lê belê gilî û serlêdanên sûc ên derheqê berpirsyaran de bêbersiv tên hiştin û tu lêpirsîn nayên kirin.
Da daxuyaniya parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê de hat gotin:
Di çarçoveya normên hiqûqa gerdunî û nirxên mirovatiyê de her hewldana li dijî îşkenceyê di heman demê de ji bo avakirina hestiyariya demokratî û mafên mirovan ên welêt jî girîng e. Lewma em li bendê ne ku rayedar tavilê berpirsyartiyên xwe yên qanûnî pêk bînin û dawî li vê rewşa îşkenceyê bînin. Divê deriyên Îmraliyê ji bo azadiyê bên vekirin;
* Divê birêz Aktaş ê cezayê wî yê 30 salan qediyaye û ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin, tavilê were berdan,
* Divê rewşa dîlgirtinê ya miwekîlên me yên li Îmraliyê ku ev 38 meh in tu agahî ji wan nayên girtin bi dawî bibe û miwekîlên me bikaribin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.