Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya Medya Haber TV bû û di nirxandinên xwe de li ser tecrîdê sekinî û wiha got:
Li ser Rêbertî 9 sal in tecrîdeke tam heye. Hin caran hevdîtin çêbûn lê ya rast, 25 sal in tecrîdeke girankirî tê ferzkirin. Bêguman Ewropa jî ji vê tecrîdê berpirsyar e. Ji xwe Rêbertî di hevdîtina destpêkê de gotibû Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) berpirsyar in.
Hewldaneke Tirkiyê ya ji bo dîlgirtina Rêber Apo nebû. Lê YE û Emerîka ev mijar kirin rojevê. Rêber Apo jî bi nêzîkatiya, gelo Ewropa dikare çareseriyeke siyasî peyda bike berê xwe da Ewropa, Mixabin ewropa qanunên xwe, peymana mafên mirovan bin pê kirin. Daxwaza Rêber Apo ya penaberiya siyasî jî qebûl nekirin.
Piştî dîlgirtina Rêber Apo, sîstemeke taybet avakirin. Ji vê sîstemê jî Yekîtiya Ewropa û Emerîka yekser berpirsyar in. Ev jî sîstema tecrîdê ye û 25 sal in di pratîkê de ye.
CPT’ê jî daxuyanî da, ji xwe Omer Ocalan jî, parêzer jî çûn. CPT piştre zehmetî kişand û daxuyaniyek da. Got; ‘Eger Tirkiye desturê nedê em nikarin daxuyaniyê bidin. ‘Eger li Îmraliyê binpêkirina mafên mirovan hebe hingî DMME berpirsyar e’. Xuya dike ku nêzîkatiya wê jî li gorî berjewendiyên dewletan e. Ev jî tê wateya ku Ewropa hiquqa xwe bin pê dike.
Mustafa Karasu destnîşan kir ku li cîhanê xwedîderketineke mezin a li Rêber Apo heye û got; Divê ev xwedîderketina li Rêbertî hîn mezin bibe. Bi taybetî divê jin tevlî vê pêvavoyê bibin. Rêber Apo bi fikir, felsefe, teorî, nêzîkatiya xwe dîroka rast a jinan destnîşan dike. Xeta azadiya jinê nîşan dide. Ji bo vî jî divê jin hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo derkevin.
Ev xwedîderketin wê tevahiya mirovahiyê hembêz bike. Hingî wê CPT jî helwesta rast nîşan bide. DMME jî wê bi rola xwe rabe. Rêber Apo jî wê bi têkoşînek wiha azad bibe.
Lewma di serî de Kurd divê hemû hêzên demokrasiyê xwedî li Rêbertî derkevin. Xwedîderketina li Rêbertî ne tenê meseleya gelê Kurd e, meseleya hêzên demokrasiyê û tevahiya mirovahiyê ye.
Em di wê baweriyê de ne ku xwedîderketina li Rêbertî wê hîn mezin bibe û wê Rêbertî azad bibe.