Gerîlayên HPG’ê Sefer Temel bi nasnav Rûstem Çekdar Kato û Yilmaz Sala bi nasnav Kamûran Gever li Elkê di şerê li dijî dewleta Tirk de şehîd bû.
Malbata Rûstem Çekdar Kato cezayê xwe girt û bir navçeya Elkê ya Şirnexê
Rêveberên Meyba Der û gelek kes tevlî merasîma oxirkirinê bûn, şehîd Rûstem li goristanê hat veşartin
Malbata gerîla Yilmaz Sala Kamûram Gever jî cenazeyê xwe wergirt û birin gundê Hêrmiyê yê navçeya Gever a Colemêrgê.
Piştî pêdiviyên olî şehîd Kamûran hat oxirkirin.
Li aliyê din
Hate zanîn cenazeyê endamê HPG’ê Basrî Cîn bi nasnav Brûsk Kato ji aliyê malbatê ve hatiye teşhîskirin.
Cenazeyê şehîd Brûsk wê îro ji aliyê malbatê ve teslîm bê girtin û li Silopya were veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê yê di şer de şehîd bû, ji bo tespîtkirina nasnameyê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin.