70 milyon eûro alîkariya ji bo Tirkiyeyê hate betalkirin

70 milyon eûro alîkariya ji bo Tirkiyeyê hate betalkirin

Parlementoya Ewrûpayê xwest ji ber binpêkirinên mafên mirovan Tirkiyeyê ceza bike û alîkariya 70 milyon eûro betal kir.

Piştî serdana serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan a Elmanyayê, têkildarî alîkariya maddî ya ji bo Tirkiyeyê dengdanek hate kirin.

Di dengdanê de 544 dengên erê, 28 dengên na derketin. 78 parlementeran jî deng nedan.

Endama Partiya Gel a Ewrûpayê Sîefrîed Mûresan piştgirî da sekinandina alîkariya 70 milyon eûro ya ji Tirkiyeyê re got ku, “Tirkiye ji Yekîtiya Ewrûpayê bi dûr dikeve, normên demokratîk xerab dibin, mafên bingehîn tên binpêkirin. Ev jî tê vê wateyê ku Yekîtiya Ewrûpayê ew ê nikaribe fonan bide.”

Di Mijdara 2017’an de ji bo alîkariyên maddî yên ji Tirkiyeyê nîqaş hatibû kirin û şertên wekî demokratîkbûn, azadiya mafên mirovan û ya çapemeniyê hatibûn diyarkirin.

Komîsyona Ewrûpayê diyar kir ku tu pêşketin nehatiye kirin.

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo serdema 2018-2020’an 40 ji sedî alîkariya maddî qut kir. Tê diyarkirin ku Enqere ji bo ku li gorî standartên Ewrûpayê tevbigere ew ê 1,8 milyar eûro were dayîn. Yekîtiya Ewrûpayê di heman demê li ser navê alîkariya ji bo penaberên Sûriyeyê ew ê alîkariya maddî bide Enqereyê. Enqereyê ji sala 2016’an û heta niha ji bo penaberan 3 milyar eûro ji Ewrûpayê stend.

NAVNÎŞANÊN ME