Belavok li Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hate xwendin. Di belavokê de hate gotin, “Em careke din piştgiriya xwe ya ji bo dadgehê diyar dikin.”
Rîchard Dîcker li ser navê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan diyar kir ku ew ji vê redkirina fermî ya li dijî zextên Washîngtonê kêfxweş in.
Dîcker got ku, “Ev deklarasyon bi xurtî ji rêveberiya Emerîkayê re dibêje ku ev der dadgeha me ye, ji kerema xwe re mudaxele nekin.”
Di serê meha Îlonê de rêveberiya Donald Trûmp li dijî dozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Fatoû Bensoûda û Serokê Beşa Temamkirin û Hevkariyê Phakîso Mochochoko zextên aborî kiribû.
Vê saziya ku navenda wê li Laheyê ye di sala 2002’an de ji bo darizandina hovîtiyên mezin ên li dinyayê hatibû avakirin. Dadgehê di meha Adarê de biryar dabû ku li ser sûcên şer û sûcên mirovahiyê yên ku li Efganistanê leşkerên Emerîka û CIA’yê kiribûn jî lêpirsînek were destpêkirin.