Komîna Narîgnan a dikeve başûr û herêma Normandiya ya Fransa li gel paytexta Norweç Osloyê tecrîd û komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.
Li Mantes La Jolîe ya herêma Normandiya di pêşengtiya jinan de meşeke hate lidarxistin û komploya 9’ê Cotmehê hate protestokirin.
Di meşa ku wê roja Înê hate kirin jî tecrîda li ser Ocalan û biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî hate şermezarkirin.
Çalakiya ku nêzî 300 kes tevlî bû, li pêşiya gara trenê destpê kir û heta navenda bajar dewam kir.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî bi heman armancê xwepêşandanek pêk hat. Ciwanên Azad saet derdorî 20:00’an de daketin kolanan û bi çalakiyeke komploya li hember Ocalan bi meşekê protesto kirin. Ciwanên ku bi dirûşmên azadiiya Ocalan daxwaz dikirin, nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikûmetên Ewropa ya li hember tecrîdê dan.
Li paytexta Norweç Osloyê jî 9’ê Cotmehê komploya navneteweyî bi meşekê protesto kirin. Roja Îmê meşa ku wê saet 17:00’an li navenda bajar were kirin, wê ji pêşiya parlemetoyê dom kir.
Çalakiya ku Dostên Kurdan ên Norweçî û Komeleya Somlî Land jî piştgirî kir, daxwaza azadiya Ocalan kirin.