Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, îro kete roja 73mîn.

Leyla Guven, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di 7ê Mijdarê de, dest bi greva birçîbûna bêdem û bêdorveger kir.

Berxwedana Leyla Guven, di roja 73mîn de dewam dike û rewşa wê gelekî giran bûye.

Parêzerên Guven şevê dî bi Guven re hev dîtin pêk anîn û agahiyeke kurt dane ANF’ê û gotin germahiya laşê Guven zêde bûye, tansiyona wê kêm bûye.

Parêzeran her wiha gotin ku dilê Guven dixele, zikê wê tê guvaştin û ji bo vê jî bi zehmetî dikare xwe tevbilivîne.

Li Hewlêrê jî, Nasir Yagiz, 60 roj in di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ye.

Çalakiya Îlhan Şîş, li Brîtanya bajarê Newportê jî di roja 35mîn de dewam dike.

Li Strasbourgê, çalakiya greva birçîbûna 15 çalakgeran di roja 35mîn de berdevam dike.

Li Silêmaniyê 37, li Mexmurê 35 roj in, greva birçîbûnê dewam dike.

Li zindanan jî, biqasî 700 girtî, li 120 zîndanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, ji wan bi sedan dîlên azadiyê di greva birçîbûna bêdem û bêdorveger de ne.