Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrîşên ku 20`ê Çileya 2018`an li ser Efrînê dest pê kir, şaristaniya Efrînê rûxandin. Şûnwarên ku di lîsteya UNESCO’yê de rûxandin, lê wek hemû binpêkirinên din ev yek jî ji aliyên navdewletî ve bi bêdengiyê hat qebûlkirin.
20`ê Çileyê yekemîn salvegera êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê ye. Efîn, gund û gundewarên wê hatin ruxandin, gelên Efrînê neçar man ku mal û milkên xwe bihêlin û ji warê xwe derkevin. Her wiha dagirkerî, talan û wêrankirina Tirkiyê, şûnwar û şaristaniya Efrînê rûxandin.
Balafirên dagirkeriya Tirkiyê, şûnwarê Telet Endara ku dîroka wê vedigere beriya 10 hezar sal û di serdema Mîtanî de hatiye avakirin, rûxandin.
Her wiha dagirkeriya Tirk şanoya El -Romî ya ku dikeve cihê Nebî Horî yê li navçeya Şera bi topên hawanê topbaran kirin û rûxandin. Ew şûnwar şahidên dîrok, paşeroj û serdema dîrokê ya li Efrînê bûn.
Artêşa Tirk a dagirker şûnwarên gundê Elbîskê yê navçeya Racoyê, cihê olî yê li gundê Kalotê ku Mar Maron ku di sedsala duyemîn a PZ kesayeta herî navdar jiyabû, rûxandin.
Piştî salekê ji êrîşên li ser Efrînê, foto û dîmenên rûxandina şaristanî û şûnwarê Efrînê, hovîtiya dagirkeriya Tirk diyar dikin.
(bx/bm)
ANHA