Balafirên şer yên dewleta Tirk di van kêliyan de derdora gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran dikin.


Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirk gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran dikin. Li gorî zanyariyan bombebaran balafiran a li herêmê berdewam dike. Nayê zanîn bê ka di encama êrîşa balafiran de ziyan bi kesê ketiye yan ne.

(nr)