Çalakiya greva birçîbûna Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven, îro kete roja 77mîn.

&- Li Imraliyê Tecrida dijwar dewam dike û serlêdana parêzerên Rêber Ocalan careke din hate red kirin.

&- Bi dehan parlamenter û hevşaredarên HDP’yî bi şiara “Bila tecrîd bi dawî bibe û Guven azad bibe” doh, li ber Konseya Ewropa ji bo 4 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

&- Girtiyên siyasî yên li Elmanya jî, li dijî tecrîd û piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê, dest bi greva birçîbûnê dikin.

&- Berdevka Komîsyona Girtîgehan ya ÎHD’a Edenê Zelal Demîray, diyar kir ku li Girtîgeha Kurkçûler, êşkence li girtiyên siyasî tê kirin.

&- Li Kurdistanê qirkirina siyasi dewam dike û li Bedlîsê jî li 43 gund û gundikan, qedexeya derketina derve hate ragihandin.