Bi hezaran şêniyên Hesekê cenazeyên 9 şehîdên”Şerê Tinekirina Terorê” li Goristana Şehîd Dijwar veşatin.
HESEKÊ
Bi hezaran şêniyên kantona Hesekê cenazeyê şehîdên “Şerê Tinekirina Terorê” Mihemed El-Mihemed (Dijwar Rustem), Mecid Siyad (Dilşêr Hesekê), Selah Necim (Demhat Hesekê), Emar Nasir (Ciwan Hesekê), Luey Ehmed (Xerîb Dijwar), Hisên El-Eswed (Yûsif), Ehmed El-Eswed (Dilyar), Îbrahîm El-Îsa (Egîd Hesekê) û endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mehmûd El-Ewed ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.
Li goristanê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin û ji aliyê Hêzên Asayîşê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.
Bi navê Desteya Karûbarên Şehîdan Îdan El-Efînî û Hevserokatiya Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah û bi navê hêzên leşkerî Şiyar Delîl axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hate gotin serkeftinên gelê herêmê bi destxistine berhemên keda şehîdan e.
Axaftinvanan bang li gelê herêmê kirin ku li hemberî êrîşên muhtemel li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku hewl didin projeya demokratîk têk bibin hevgirtina xwe xurt bikin.
Her wiha hate gotin, çawa şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê herêmê di çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin dê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê jî têk bibin.
Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan hatin veşartin.
ANHA